PeyamaKurd – Li bajarê Xarpêtê (Elazığ) li navça Kovancilarê nêzî ser rêya navça Paloyê, di encama li hev ketina kamyonet û otomobîlekî de 5 kes birîndar bûn.
Di encama qezayê de otomobil wergeriya û 5 kesên di erebeyan de bûn birîndar bûn. Li ser qezayê tîmên pêwendîdar çûn ciyê qezayê.
Birîndaran bi ambûlansan birin nexweşxanên dewletê yên Palo û Kovancilarê.