Li bajarê Xarpêtê kamyonet û otomobil li hev ketin: 5 birîndar hene

Li bajarê Xarpêtê kamyonet û otomobil li hev ketin: 5 birîndar hene

PeyamaKurd – Li bajarê Xarpêtê (Elazığ) li taxa Çaydaçırayê otomobîlekî û kamyonetekî li hev ketin û di encamê de 5 kes birîndar bûn.

Piştî polîs û tîmên tenduristiyê çûn ciyê bûyerê, birîndaran bi ambûlansan birin nexweşxanan.

Navên birîndaran nehat ragihandin lê tenê jimara erebeyan hatin dayîn ku ya kamyonetê 23 ACB 812 û ya otomobîlê 23 AFS 839 e.