Li bajarê Tarsusê 2 birayên ketin kanala avê can dan

Li bajarê Tarsusê 2 birayên ketin kanala avê can dan

PeyamaKurd – Li Tirkiyê li bajarê Tarsusê do du birayên ji Sûriyê yên ketibûn kanala avê û ji didara kesên wê derê wenda bûbûn, ji wan cesedê Mazin Xelef (9) dîtin û bi mirî ji avê derxistin. Yazen Xelef (6) a ku bi saxî rizgar kiribûn û bi ambûlansê biribûn nexweşxana dewletê ya Tarsusê, ew jî li nexweşxanê can da.

Cenazê Xelef birin morga nexweşxanê ji bo otopsiyê. Lêpirsîna li ser rûdanê dewam dike.