10emîn Pêşangeha Pirtûkan a Diyarbekirê Şemiyê dest pê dike

10emîn Pêşangeha Pirtûkan a Diyarbekirê Şemiyê dest pê dike

PeyamaKurd - 10emîn Pêşangeha Pirtûkan a Diyarbekirê, di navbera 26ê Îlonê û 4ê Mijdarê de li Navenda Pêşangeh û Kongreyan a Navneteweyî ya Mezopotamyayê deriyên xwe ji bo hezkiriyên pirtûkan veke.

Pêşangeha ku ji aliyê TUYAPê ve bi hevkariya Yekîtiya Weşanxaneyên Tirkiyeyê û Jûra Pîşesaziyê ya Diyarbekirê tê organîzekirin, îsal bi tevlîbûna 27 weşanxane û dezgehên Kurdî deriyên xwe vedike.

Di nav 9 rojên pêşangehê de, ji bilî stantên pirtûkan, dê 74 panel û nêzîkî 300 rojên îmzeyê bi beşdariya nivîskar, helbestvan û akademîsyenan pêk bên.

Di pêşengehê de piraniya weşanxaneyên Kurdî bi standên xwe cî digrin.