Kiliçdaroglu: Ew daxuyaniyên HDPê gelekî girîng û hêja ne!

Kiliçdaroglu: Ew daxuyaniyên HDPê gelekî girîng û hêja ne!

PeyamaKurd – Serokê Giştî yê Partiya Komarî ya Gel (CHP) Kemal Kiliçdaroglu, li ser deklarasyona Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) axivî û got, “Daxuyaniya HDPê ya bingeha me ya esasyî çareserkirina pirsgirêkan bi rêya dîyalog û muzakerayan e gelekî girîng û hêja ye.”

Kiliçdaroglu ku beriya niha gotibû, ew dikarin ji bo çareserkirina pirsa Kurd bi HDPê re danûstandinê bikin diyar kir ku daxuyaniya HDPê ya ‘HDP amade ye ji bo hemû pirsgirêkên Tirkiyê rol bistîne’ û gotinên, ‘bingeha me ya esasî çareserkirina pirsgirêkan bi rêya dîyalog û muzakereyê ye’ gelekî girîng û hêja ye.

Kiliçdaroglu li ser daxuyaniya Seroka IYI Partiyê Meral Akşaner ku gotibû, ew namzeda serokwezîriyê ye, bal kişand ser anîna sîstema parlamenteriyî ji nû ve û got, di vê mijarê de wekî Tifaqa Milet ti biryarek nehatiye standin, lê wergirtina posta serokwezîriyê ji aliyê Meral Akşener ve ji bo me gelekî hêja ye.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin