PeyamaKurd – Li parêzgeha Erzînganê ya Bakurê Kurdistanê, di hundirê 2 otomobîlan de, 29 koçberên Afgan hatin girtin.
Li Erzînganê Tîmên Tekoşîna Dijî Qaçaxçîtiya Koçberan a Rêveberiya Ewlekariyê, li ser zanyariyên ku koçber tên veguhestin, li rêya Erzîngan-Erzeromê du otombîl sekinandin û li dû pişkinîna her du otombîlan ên ku ji Wanê diçûn Stenbolê, 10 ji wan zarok, bi tevahî 29 koçberên Afgan hatin girtin.
Herwiha 2 kesên bi navê G.B. û Y.Ç. jî ku kaçaxçîtiya koçberan dikirin, hatin desteserkirin. 29 koçber, wê piştî temambûna karên wan ên yasayî, radestî Rêveberiya Bajêr a Îdareya Koçê bên kirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin