PeyamaKurd - Wezareta Tenduristiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand ku di 24 demjimêrên borî de 1205 kesên din bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine û 13 ke jî pê mirine.
Wezareta Tenduristiyê di daxuyaniya xweya îro 7ê Cotmehê de eşkere kir; di 24 demjimêrên borî de 1205 kes bi vîrûsa koronayê ketine, ku ji wan 438 kes li Hewlêrê, 375 kes li Silêmaniyê, 306 kes li Duhokê, 6 kes li Helebceyê, 19 kes li Germiyanê û 61 kes li Raperînê ne.
Wezaretê ragihand ku di nav 24 demjimêran de 13 kesan jiyana xwe ji dest dane, ku ji wan 6 kes li Hewlêrê, 3 kes li Silêmaniyê, 3 kes li Duhokê û 1 kes li Helebceyê ye.
Herwiha hat eşkerekirin ku di 24 demjimêran de 1574 kes ji vê nexweşiyê rizgar bûne, ku ji wan 500 kes li Hewlêrê, 443 kes li Silêmaniyê, 520 kes li Duhokê, 39 kes li Helebceyê, 48 kes li Germiyanê û 24 kes li Raperînê ne.
Bi van amarên dawî re li Herêma Kurdistanê hejmara giştî ya pêketiyên koronayê gihîşt 340495 kesan, ya mirinan bû 5968 kes û heta niha 308236 nexweş jî baş bûne.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin