PeyamaKurd – Rêberê Tevgera Sedr Muqteda Sedr, spasnameyek belav kir û tê de qala ahenga demokratîk kir.
Muqteda Sedr li ser twitterê, dengdana taybet wek ahengeke demokratîk pênase kir û diyar kir: ‘‘Bi awayê herî baş birêve çû.’’
Muqteda Sedr, ji ber serkeftina proseya dengdanê spasiya Xwedê, merciyet, hêzên ewlehiyê, Serokwezîr Mistefa Kazimî û Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan kir.
Rêberê Tevgera Sedr amaje bi wan hewldanên ji bo serxistina proseya dengdana taybet jibîr nekir û eşkere kir: ‘‘Eger piştevaniya çaksaziyê bikin, em ê xizmeta wan bikin.
Do 08.10.2021ê proseya dengdana taybet ji bo dengdana hêzên ewlehî û leşkerî yên Iraqê û koçberan birêve çû.
Di hilbijartinên taybet de, milyonek û 196 hezar û 524 kes mafê wan ên beşdarbûna dengdanê hebû, lê 821 hezar û 800 kesan beşdarî proseya dengdanê kirin.
Biryar e sibê 10.10.2021ê deriyên binkeyên dengdanê ji hemwelatiyên Iraq û Kurdistanê re bê vekirin, ku 329 kesan wek endamên Parlamentoya Iraqê hilbijêrin.
Di hilbijartinê de, 24 milyon û 299 hezar hemwelatî mafê wan ên dengdanê heye û 988 hezar kesên dayîkbûyê salên 2001, 2002 û 2003ê ne yekem care deng didin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin