PeyamaKurd - Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî îro 10ê Cotmehê di hilbijartinên giştî yên pêşwext de, li herêma Kesk a Bexdayê dengê xwe bikar anî.
Kazimî li ser pirseke rojnamevanan a derbarê pêwendiyên ligel Herêma Kurdistanê de got, “Hikûmeta me di pêkanîna şirîkatiyeke rastîn a bi Hikûmeta Herêma Kurdistanê re de, bi ser ket."
Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî li navenda dengdanê banga dengdanê li Iraqiyan kir û got, "Min dixwest ez wekî kesê yekem deng daye werim tomarkirin. Ev hilbijartina yekem e ku qedexeya derketina derva nîne."
Kazimî got: “Ev derfetek e, berhingariyên-arîşeyên mezin li pêş me bûn, em bi ser wan de zal bûn, biryar bû hilbijartin 6ê Hezîranê bihata kirin, hinekan daxwaz kir ji bo bihara 2022an bê paşxistin, lê me got roja 10ê Cotmehê roja 10ê Cotmehê. Roja Înê dengdana taybet bû, îro jî dengdana giştî ye. Divê bi rêya sindoqên dengdanê vê rastiya xwe biguherin, banga min ji bo Iraqiyan ew e ku deng bidin, deng bidin, deng bidin.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin