PeyamaKurd – Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan, di konferanseke rojnamevanî de, gef li Rojavayê Kurdustanê xwar û diyar kir: “Em bi biryar in gefên ku ji Sûriyê tên ji holê rakin.”
Wezîrê Navxwe ya Tirkiyê Suleyman Soylu do eşkere kir, 2 endamên polîsên Erkên Taybet ên Tirkiyê li bajarokê Mariê yê li bakurê Helebê di êrîşeke YPGê de hatine kuştin.
Serokomarê Tirkiyê, di konferanseke rojnamevanî de derbarê kuştina 2 polîsên Tirkiyê li bakurê Helebê axivî û got, êdî sebra wan dawî bûye, ew bi hêzên wê derê, yan jî bi derfetên xwe, bi biryar in pêşiya van êrîşan bigirin.
Erdogan herwiha eşkere kir: “Li hember hin cihên li bakurê Sûriyê ku kaniyên êrişên terorê ne, tehamula me êdî nemaye. Em bibiryar in, yan tevî hêzên ku li wê derê çalak in, yan jî bi derfetên xwe van gefên ku ji van herêman derdikevin têk bibin.”
Herî dawî destnîşan kir: “Êrîşa dawî ya PKK-YPG ya li hember polîsên me û armanckirina axa me, sebra me nehîştiye. Di demeke herî kurt de, ji bo çareserkirina van pirsgirêkan, em ê gavên pêwîst bavêjin.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin