PeyamaKurd – Berdevkê Wezareta Derve yê Îranê, di hevpeyvîneke radyoyê de diyar kir, pêwendiyên me li gel Komara Azerbeycan dostane, baş û çend aliyane ne.
Berdevkê Wezareta Karên Derve yê Îranê Seîd Xetîbzade diyar kir, min di civîneke çapemeniyê de amaje bi wê yekê kir ku pêwendiyên me li gel welatên cîran ango ji bo nimûne li gel Azerbeycanê asayî ye û bi ti awayekî pêwendiyên me li gel wan qut nabe.
Herwiha eşkere kir, nêzîkî sedî 70 heta 80 pêwendiyên bazirganî û aborî yên Îranê li gel welatên cîran û navçeyê û Çînê hene.
Pêwendiyên siyasî yên Îran û Azerbeycanê, demek e ji ber çend pirseke li navçeya Qafqasya ya başûr aloz in.
Piştî pêşkeftina wan aloziyan, Wezîrê Karên Derve yê Îranê Husên Emîr Ebdulahyan destnîşan kir, wek Wezîrê Karên Derve yê Ermenîstanê çawa serdana Îranê kir, Wezîrê Karên Derve yê Azerbeycanê jî dikare serdana Îranê bike.
Ew tengezarî û alozî piştî Azerbeycanê bi alîkariya Pakistan û Tirkiyê nêzîk sînorê Îranê manorekî leşkerî birêve bir, li hember wê Îranê bertekên tund li hember wê nîşan da û ew hewldan wek plana Îsraîlê pênase kir. Artêşa Îranê jî li sînorê Azerbeycan û Ermenîstanê manorekî leşkerî birêve bir.
Li hember wê manora Îranê jî, Serokomarê Azerbeycanê Îlham Aliyev bertek nîşan da û diyar kir, ew manora Îranê tehrîk dike û cîhê nîgeraniyê ye.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin