Wezareta Tenduristiyê rewsa dawî ya vîrusa koronayê eskere kir

Wezareta Tenduristiyê rewsa dawî ya vîrusa koronayê eskere kir

PeyamaKurd - Wezareta Tenduristiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand ku di 24 demjimêrên borî de 1114 kes bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine û 16 kes jî pê mirine.

Wezareta Tenduristiyê di daxuyaniya xwe ya îro Sêşemê de eşkere kir; di 24 demjimêrên borî de 1114 kes bi vîrûsa koronayê ketine, ku ji wan 398 kes li Hewlêrê, 402 kes li Silêmaniyê, 137 kes li Duhokê, 29 kes li Helebceyê, 21 kes li Germiyanê û 127 kes li Raperînê ne.

Wezaretê ragihand ku di nav 24 demjimêran de 16 kesan jiyana xwe ji dest dane, ku ji wan 5 kes li Hewlêrê, 6 kes li Silêmaniyê, 4 kes li Duhokê, 1 kes li Germiyanê ye.

Herwiha hat eşkerekirin ku di 24 demjimêran de 1883 kes ji vê nexweşiyê rizgar bûne, ku ji wan 600 kes li Hewlêrê, 543 kes li Silêmaniyê, 654 kes li Duhokê, 30 kes li Helebceyê, 44 kes li Germiyanê û 12 kes li Raperînê ne.

Bi van amarên dawî re li Herêma Kurdistanê hejmara pêketiyên koronayê gihîşt 344745 kesan, ya mirinan bû 6054 kes û heta niha 317146 nexweş jî baş bûne.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin