PeyamaKurd - Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser a li Rojavayê Kurdistanê amarên dawî yên rewşa vîrusa koronayê eşkere kir.
Hevserokê Desteya Tenduristiya Rêveberiya Xweser Dr. Ciwan Mistefa ragihand, di nav 24 saetên borî de 13 kes ji ber nexweşiya koronayê mirine û 335 kesên din jî pê ketine.
Dr. Ciwan Mistefa eşkere kir, 12 kes jî ji vê nexweşiyê baş bûne
Li Rojavayê Kurdistanê li gorî amarên fermî hejmara pêketiyên vîrûsa Koronayê gihîşt 32753 kesan, 2327 kes baş bûne û 1142 kes jî pê mirine.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin