Parlamentoya Katalonyayê bi fermî Rêveberiya Xweser nas kir

Parlamentoya Katalonyayê bi fermî Rêveberiya Xweser nas kir

PeyamaKurd – Parlamentoya Katalonyayê, bi piraniya dengan Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê bi fermî nas kir. Parlamenterekî Katalan jî tekez kir: "Em dostên Kurdan in."

Parlamentoya Katalonyayê, di rûniştina xwe ya taybet a salvegera rizgarkirina Reqayê de ji DAIŞê, bi piraniya dengan Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê bi fermî nas kir.

Di dengdanê de, 111 dengên erê û 18 dengên na hatin bikaranîn.

Bi vî awayî, Parlamentoya Katalonyayê bû yekemîn parlamento ku Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê nas kir.

Parlamenterekî Katalan di dengdanê de axivî û diyar kir: “Dibe ku Parlamentoya Navendî ya Spanyayê ku bi Tirkiyê re hevkariyê dike, vê biryarê nas neke. Qet ne girîng e. Divê em nîşanî wan bidin ku em dostên Kurdan in."

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin