NY: Pêdivî ye ku em ji bo her jin û keçekê ser bikin

NY: Pêdivî ye ku em ji bo her jin û keçekê ser bikin

PeyamaKurd – Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Antonio Guterres, ji ber paşvexistina mafên jinan li Afganistanê ya di bin serwerîya Talîbanê de û li heremên din yên cîhanê, bangewaziyek kir û da zanîn:. "Pêdivî ye ku em ji bo her jin û keçekê şer bikin."

Di berdewamiyê de eşkere kir ku jin ew ê êdî paşvexistina mafên xwe qebûl nakin û divê ew li welatên şer hene yan li cîhek din ne mecbûrê vê yekê bin.

Guterres da zanîn, li Myanmar, Etiyopya, Yemen û heremên din yên cîhanê mafên jinan têne binpêkirin yan jî bi tevahî ji holê têne rakirin û got: "Li Malî, piştî du darbeyên di nav neh mehan de, cîh ji bo mafên jinan ne tenê kêm dibe, lê tê girtin."

Herwiha Guterres destnîşan kir, li Afganistanê, di mafên keç û jinan de ku wan di dehsalên dawî de bi dest xistine, paşve gavavêtin tê dîtin, tevî mafê wanê çûyîna dibistana jî.

Ji dema ku tevgera tundrê ya Talîbanê di dawiya Tebaxê de dest danî ser desthilatdarîyê, ji bo keçan dibistan qedexe kir, lê bo kuran çûyîna dibistanê ferman da.

Berpirs dîyar kir, NY li Afganistanê dimîne û xizmetan pêşkeş dike, û ew ê berdewam bike ku bo pêşvebirin û parastina mafên jin û keçan di hemî danûstandinên bi karbidestên Talîbanê re, teşwiq bike.

Guterres got: "Em ê ranewestin heya ku keç vegerin dibistanê û jin vegerin ser karê xwe û beşdarî jiyana giştî bibin."

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin