Mesrûr Barzanî xwest ku li Iraqê hukumetekî hemû pêkhateyan hembêz bike bê avakirin

Mesrûr Barzanî xwest ku li Iraqê hukumetekî hemû pêkhateyan hembêz bike bê avakirin

PeyamaKurd – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ragihand ku daxwuyaniya Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekgirtî ya di derbarê hilbijartina Iraqê de bi xweşî û rizamendî pêşwazî dikin. Barzanî daxwuyaniya xwe di ser hesabê xwe yê medya civakî de kir. Barzanî weha got:

“Di pêvajoya hilbijartinê de Mîsyona Iraqê ya Neteweyên Hevgirtî (UNAMI) bi teknîka xwe ya alîkariyê, tîmên navdewletî yên Yekîtiya Awrûpayê û rêxistinên din di navendê de cîh girtin.

Em bende ne ku hukumetekî berfireh û karibe hemû daxwazên pêkhateyan bicîh bîne, bê avakirin. Ez bang li temamê terefan dikim hukumetekî karibe ji bo xelkê Iraqê dahatûyekî baş ava bike û hukumet berfireh be.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin