PeyamaKurd – Wezîrê Berevaniyê yê Tirkiyê Hulusi Akar, îro careke din gef li Rojavayê Kurdistanê xwar û diyar kir: “Wexta dema wê hat tişta ku pêwîst bike, wê were kirin.”
Wezîrê Berevaniyê yê Tirkiyê Hulusi Akar îro Şemiyê 23ê Cotmeha 2021ê piştî civîna wezîrên berevaniyê yên NATOyê li Brukselê, li Nûnertiya Tirkiyê ya NATOyê bersiva pirsên rojnamevanan da û got: “Hebûna Tirkiyê li Idlibê girîng e, ji ber rê li ber pêşketin û komkujiyên hikûmeta Sûriyê digire û bi vêna jî pêla koçberî û tundûtûjiyê radiwest e. Tirkiye ligel parastina sînorên xwe, sînorên NATOyê jî parastine û bi rêya operasyonan, li Sûriyê rê li ber çêbûna rêyeke terorê girtine.”
Akar li ser êrîşên vê dawiyê li ser hêzên wan li bakurê Sûriyê got, ji nêzîk ve çavdêriya rewşê dikin û heta dema wê hat li gor pêwîst bersiva wan didin.
Herwiha Akar li ser pirsa ya di derbarê Rojavayê Kurdistanê de jî wiha bersiv da: “Em bûyeran ji nêz ve dişopînin. Wexta dema wê hat, tişta ku pêwîst bike wê were kirin. Maf û berjewendiyên me çi hewce dike, weke ku heta niha hatiye kirin, wê di bin serokatiya Serokkomarê me de bê kirin.”
Akar di berdewamiyê de destnîşan kir: “Gotinên ku em li dijî birayên xwe yên Kurd in, îdiayên bêbingeh in ku bibin sedema pevçûn û aloziyan. Nîşana herî zelal a ku Kurd birayên me ne, em nan û ava xwe parve dikin, goristanên şehîdên me ne. Me got ku em ê destûrê nedin ku korîdora terorê li nêzî sînorên me çêbibe. Me bi operasyonên xwe pêşî li korîdora terorê girt.”
Wezîrê Berevaniyê yê Tirkiyê di derbarê hebûna wan ya li Idlibê de wiha got: “Hebûna me li Idlibê girîng e, ji ber hebûna me li wê derê rê li ber pêşketin û komkujiyên rejîmê digire. Rêgirtina li vê, pêla koçberan radigre û tundûtûjiyê radiwestîne. Û em dema li beramber terorê xebatê dikin, tenê sînorên xwe û gelê xwe naparêzin, di heman demê de Yekîtiya Ewropa, Ewropa û ya rasttir bibêjin sînorên Yekîtiya Ewropa û NATOyê diparêzin, bi wateyeke berfirehtir tê wateya parastina hemû Ewropayê. Mijara rêya terorê hebû, di çarçoveya çalakî û operasyonên me de, me got nahêlin ew rê çêbibe û bi rêya operasyonên xwe em gihîştin armanca xwe.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin