Wezareta Derve ya Amerîka bi daxuyaniyekê serkeftina hilbijartinan pîroz kir

Wezareta Derve ya Amerîka bi daxuyaniyekê serkeftina hilbijartinan pîroz kir

PeyamaKurd – Wezareta Derve ya Amerîka, bi daxuyaniyekê serkeftina hilbijartinan, li gelê Iraqê pîroz kir û “gefên” li dijî nûneratiya Neteweyên Yekgirtî û Komîsyona Bilind a Hilbijartinan şermezar kir.

Wezareta Derve ya Amerîka di daxuyaniyeke rojnamevanî de diyar kir: “Amerîka pêşwaziyê li daxuyaniya Encûmena Asayişa Navdewletî ya derbarê hilbijartinên 10ê Cotmehê yên Iraqê dike.”

Herwiha elkere kir: “Em ji ber proseya hilbijartinan a bi ewle û aştiyane derbas bûye, pîrozbahiyê li gel û hikûmeta Iraqê dikin.”

Di berdewamiyê de destnîşan kir: “Hilbijartinên Iraqê derfetek ji dengderên Iraqî bû, ta ku bi riya hikûmeteke ku îradeya wan nîşan bide, biryarê li ser paşeroja xwe bidin.”

Wezareta Derve ya Amerîka diyar kir: “Em bi civaka navdewletî re gefên li dijî nûneratiya Neteweyên Yekgirtî û Komîsyona Bilind a Hilbijartinan tên xwarin, şermezar dikin.”

Wezareta Derve ya Amerîka got: “Em hemû aliyan han didin, rêzê li serweriya yasayê û pakiya birêveçûna hilbijartinan bigirin.’’

Destnîşan kir jî, Amerîka li bendê ye kar bi hikûmeta nû ya Iraqê re bike, ji bo bihêzkirina hevkariya wan a stratejîk û berjewendiyên wan yên hevbeş, bi awayekî ku aramî û serweriya Iraqê biparêze.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin