PeyamaKurd - Wezareta Derve ya Amerîkayê bi daxuyaniyekê re bi tundî êrîşên bi mûşek û droneyan ên ku di hefteyên dawî de li ser Herêma Kurdistanê û Iraqê zêde bûne şermezar kir.
Di daxuyaniya ku ji bo Kurdistan24’ê hatî dayîn de, Amerîkayê destnîşan kir ku ev êrîş ji aliyê grûpên çekdar ên ser bi Îranê ve têne kirin û rasterast xelkê sivîl û saziyên niştimanî yên Kurdistanê dikin armanc. Waşintonê hişyarî da ku ev kiryarên nêzîkî Tehranê aramiya navçeyê dixe metirsiyeke mezin û tenê xizmeta zêdekirina alozî û rageşiyê dike.
Ji dema ku pevçûnên di navbera Amerîka-Îsraîl û Îranê de gur bûne, Herêma Kurdistanê rastî pêleke giran a êrîşan hatiye. Li gorî amarên fermî, heta niha zêdetirî 600 êrîşên bi mûşek û droneyan li dijî herêmê hatine encamdan. Di encama van êrîşên grûpên çekdar de, 14 kesan jiyana xwe ji dest dane û zêdetirî 90 kesên sivîl jî birîndar bûne. Amerîka tekez dike ku ev êrîş ne tenê li dijî berjewendiyên wan, lê li dijî serwerî û ewlehiya hemû Iraqê ne.