PeyamaKurd – Li gorî lêkolîna dawî ya di meha Cotmehê ya 2021ê de hatiye kirin, li Tirkiyê xercîneyên malbateke 4 kesî hatine hesabkirin û asta birçîbûn û hejariyê hatiye tespîtkirin.
Di lêkolîna Turk-Îşê de derketiye holê ku ji bo malbateke 4 kesî asta birçîbûnê 3.093,20 TL ye û tevî fatore, kirê û pêdiviyên din ên jiyanê jî asta hejariyê 10 hezar lîreyên tirkî derbas kiriye.
Li gorî lêkolînê asta hejariyê ji bo malbateke 4 kesî 10.075.58 TL ye ku ev jî dike nêzî hezar û 100 dolarê Amerîkî.
Herwiha di meha cotmehê de ji ber zêdebûna nirxê dolar û euro malîyeta karkerekî 946 lîre zêde bûye û enflasyona xurekan jî mehane gihîştiye ji sedî 24.61ê û salane jî bûye wekî ji sedî 19,95 hatiye hesabkirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin