PeyamaKurd – Wezîrê karên derve yê Amerîkayê Antony Blinken ji ber li Lubnanê destê wan di nava bertîlê de an ku gendeliyê de heye û wezîfa xwe ya fermî di rêya xerab de bikaranîne dorpêçê danîne ser 3 kesên Lubnanî. Blinken bi nivîskî weha got:
“Amerîka ji ber ku tevlî karê gendeliyê bûne û wezîfa xwe ya fermî di berjewendiyên xwe yên şexsî de bikaranîne, 3 Lubnaniyan xist nav lîsta dorpêçan. Van kiryaran kirin ku xelkê Lubnanê ji ber gendeliyê û rêvebiriya xerab ya Lubnanê, barê krîza darayî ya Lubnanê bikşînin.”
Blinken behsa 2 navan yên bi navên Cîhad Al-Arab û Dany Houry kir ku bi siyasiyên Lubnanê re têkiliyên wan başin, têkiliyên xwe ji bo îhaleyan bistînin bikartînin û nikarin şertên îhaleyan jî bicîh bînin.
Wezîrê Amerîkayê her weha behsa parlementerê Lubnanê Cemil Sayyed jî kiriye û weha gotiye:
“Endamê parlementoya Lubnanê Cemil Seyyîd wezîfa xwe ji bo ji siyaseta bankayan bireve bikaranî û di encamê de ji bo xwe dewlemend bike, perekî zêde revand derveyê welat. Kiryarên wî derbê li serdestiya hûqûqê û qaîdeyên baş yên rêvebiriyê xist.”
Demeka dirêje ku Amerîka ji Lubnanê dixwaze şefaf tevbigerin, dev ji bertîlê û gendeliyê berdin û vê biryara sitendine ji bo berjewendiyên xelkê Lubnanê dane û Blinken weha dewam dike:
“Me bi hukumeta Lubnanê û hevkarên xwe yên navdewletî re biryarê daye, ji bo Lubnan bibe xwediyê dahatûyeka baştir dê bixebitin. Amerîka di sala 2021 ê de 200 mîlyon dolar ji bo ewlehiyê daye û zêdetirê 400 mîlyon dolaran jî alîkariya mirovî kiriye.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin