Emar Hekîm ji bo lehiya Hewlêrê peyameke hevxemiyê parve kir

Emar Hekîm ji bo lehiya Hewlêrê peyameke hevxemiyê parve kir

PeyamaKurd - Serokê Tevgera Hikme ya Niştimanî ya Iraqê Ear El-Hekîm hevxemiya xwe ji bo pêla baran û lehiyê ya ku parêzgeha Hewlêrê dabû ber xwe nîşan da.

El-Hekîm li ser hesabê xwe yê Twitterê got: “Em bi xemgînî pêla barîna baranê û lehiyan a li parêzgeha Hewlêrê ya Kurdistana me ya ezîz rû daye û ziyanên madî yên mezin li pey xwe hiştine dişopînin.”

Emar Hekîm got: “Em hevxemiya xwe bi deverên ziyan dîtine re radigihînin. Em bang li dezgehên hikûmetê yên pêwendîdar dikin ku alîkarîyê ji gund û deverên dorpêçkirî re pêşkêş bikin û tedbîrên pêwîst bigirin.”

Hêjayî gotinê ye, doh Şemiyê 30ê Cotmehê baraneke zêde li Hewlêrê barî û bû sedema rabûna lehiyan li hin deverên Hewlêrê. Ji ber baran û lehiyan, riyên sereke yên parêzgeha Hewlêrê hatin birîn, gelek otomobîlan ziyan dîtin û ziyanên madî yên mezin derketin.

Hikûmeta Kurdistanê jî ji bo paqijkirina rê û kolanan îro Yekşemê bêhnvedana fermî ragihand.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin