PeyamaKurd – Serokê 22yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê Bahtiyar Çolak ê bi taybetî ji bo Doza Kobanî hatibû peywirdarkirin, bi biryara Lijneya Dadger û Dozgeran (HSK) ji peywirê hat girtin.
Serokê 22yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê Bahtiyar Çolak ku bi taybet ji bo Doza Kobanî ya Hevserokên berê yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), endamên Desteya Rêveberiya Navendî (MYK) û rêveberên partiyê di nav de derbarê 21 jê girtî 108 kesan de hatibû vekirin hatibû peywîrdarkirin, bi biryara Lijneya Dadger û Dozgeran (HSK) ji peywir hat girtin.
Yek ji endamên dadgehê Yildiray Kaya ku bi demkî li rûniştina 2yemîn a doza 4emîn a Doza Kobanî ya 21ê Îlonê dinêrî, îdîa kir ku testa Kovîd-19ê ya Çolak pozîtîf derketiye. Tevî ku testa Çolak pozîtîf derket jî danişîn nehatibû taloqkirin û di 23yê Îlonê de di serokatiya Kaya de hatibû lidarxistin. Di 5emîn danişîna dozê ku di 18ê Cotmehê de destpê kir de, serokê demkî yê dadgehê Kaya diyar kiribû ku Çolak ji ber nexweşiya xwe mehek an du mehan nikare beşdarî danişînan bibe.
Bi biryara HSKê ya di 4ê Mijdarê de, endamê 22yemîn Dadgeha Ceza ya Giran a Enqereyê Kaya wek serokê dadgehê hat tayînkirin. Bi heman biryarê ji 23yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê Mûrat Donmez tayinî şûna Kaya hat kirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin