PeyamaKurd – Wezîrê Navxwe Rêber Ehmed, îro di civînekê de wê derbarê koçberiya gêncan, bi berpirsên îdareyên serbixwe û parêzgaran re biaxive.
Li gor zanyariyan, îro roja Çarşemê 10.11.2021ê bi serokatiya Wezîrê Navxwe Rêber Ehmed û jimareyeke wezîr û parêzgar û berpirsên îdareyên serbixwe, di civînekê de koçberiya gêncan wê bê gotûbêjkirin.
Herwiha ligor zanyariyan, di civînê de wê diyardeya koçberiya gencan ber bi Ewropayê û rêlibergirtina wê koçberiyê were gotûbêjkirin.
Li aliyê din biryar e şandeke Parlamentoyê jî biçe ser sînorê Belarûs û Polandayê û rewşa penaberan li wir bibîne û raportekê amade bike. Piştî rapora şanda Parlamenteran, Parlemento û Hikûmet wê gotûbêjan li ser diyardeya koçberiyê bike.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin