PeyamaKurd – Şandeke Encûmena Niştîmaniya Kurd li Sûriyê (ENKS) îro Înê serdana konê şînê yê malbata Gulo ku li Qamişlo di encama bombebarana balafireke bêpîlot a Tirk de hatibûn kuştin kir.
Endamê Desteya Serokatiya ENKSê Nîmet Dawûd ligel hejmarek endam û rêveberên ENKSê serdana konê şîniya her sê endamên malbata Gulo, Yûsif, Mihemed û Mazlûm kir ku li taxa Hilêliyê ya Qamişlo otomobîla wan ji aliyê balafira Tirk ve hatibû armanckirin.
Nîmed Dawûd, êrîş wekî karekî tirsonekî û terorîstî bi nav kir û got: “Bi navê ENKSê em vê kiryara terorîstî û tirsonek a li dijî vê malbata welatparêz şermezar dikin.”
Nimet Dawûd diyar kir: “Ev malbat di nava gelê herêmê de bi têkoşîna xwe tê naskirin. Şehîd Yûsif Gulo ku 80 sal derbas kiribû, bi dehan salên jiyana xwe ji bo xizmeta doza kurdî borandibû. Qedirekî wî yê mezin di nava civakê de hebû.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin