PeyamaKurd – Li qezaya Koyê ya ser bi Hewlêrê, keçeke 13 salî bi navê Şeyma Mihemed, çar roj in wenda ye û Rêveberê Polîsê Koye jî di derbarê wendabûna wê de diyar dike: “Me dest bi lêkolîn û gerê kiriye.”
Rêveberê Polîsê Koyê Komîser Elî Ebdulla, îro Şemiyê 20ê Mijdara 2021ê daye zanîn: “Keçeke 13 salî bi navê Şeyma Mihemed, ji roja 16ê mehê ve ji mal derketiye û heta niha çarenivîsa wê nediyar e. Malbata keçikê gilî li ba polîs tomar kiriye û me jî dest bi lêkolîn û gerê kiriye.”
Mihemedê bavê Şeyma derbarê keça xwe de eşkere kiriye: “Roja 16ê Mijdara 2021ê di saet 2:35an de, Şeyma ji bo xwendinê ligel keçeke hevala xwe çûye derve, lê heta niha venegeriya ye, me daxwaz kiriye bi rêya kamerayên çavdêriyê bizanin çi hatiye serê keça min.”
Bavê Şeyma daxwazê ji Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî dike, da ku were ser xetê û keça wî bibînin. Şeyma Mihemed 13 salî ye û xwendekara pola 8 a seretayî ye. Wek bavê wê dibêje: “Di saet 12.30yan de ji dibistanê vegeriya ye û pişt re ji bo xwendinê çûye mala hevaleke xwe û di rê de wenda bûye.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin