PeyamaKurd – Hat ragihandin ku balyozxaneya Îranê ya li bajarê Hamburg a li Almanyayê rastî êrîşeke hinek kesên nenas hatiye.
Li gorî daxuyaniya polîsê Hamburgê, hin kesên nenas madeyeke sotemeniyê avêtine ser demirên deriyê balyozxaneya Îranê û duxan jê bilind bûye.
Polîs daye xuyakirin ku agir hatiye vemirandin û ti kesek di encamê de birîndar nebûye.
Herwiha hatiya diyarkirin ku piştî şewatê, polî li du kesên ji devera bûyerê reviyane digere.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin