PeyamaKurd – Rêvebiriya Giştî ya Ewlekariya Wanê bi daxuyaniyekê diyar kir, 22ê Mijdara 2021ê tîmên Şaxa Deriyên Sînorî û Qaçaxçîtiya Koçberan li navenda parêzgehê li ser gumanê li otêlekê dest bi pişkinînê kirine û di encama vê pişkinînê de, di otêlê de 15 koçber dîtine û ew desteser kirine.
Li gor heman Rêveberiyê diyar kiriye, ligel 15 koçberên Afxanî xwediyê otêlê jî di nav de 3 kesên gumanbar hatine desteserkirin û piştî lêpirsînê 2 kes bi merca kontrola edlî hatine berdan û kesê din jî hatiye girtin.
Koçberên desteserkirî paşê bo Navenda Paşdeşandinê ya Koç û Koçberan a Wanê hatine veguhestin.
Piştî kontrolkirina Afxanistanê ji aliyê Talibanê ve, koçberên ku dixwazin biçin Ewropayê, di ser Îran re derbasî Tirkiyê dibin, zêdetir bûne û rojane li parêzgehên Bakurê Kurdistanê hejmareke zêde koçber tên desteserkirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin