PeyamaKurd –Sekreterê giştî yê wezareta Pêşmerge Cebbar Yawer ragihand ku IŞİD î ji deverên di bin kontrola artêşa Iraqê de tên û êrîşê Pêşmerge dikin. Yawer ji bo Rûdawê weha ragihand:
“Temamê êrîşên ji aliyê IŞİD ê de tên kirin, dikarim bêjim ku ji herêmên di bin kontrola artêşa Iraqê de ne tênkirin. Piştî êrîşê dikin, car din dadigerin heman derê. Ji ber hêzên artêşa Iraqê tenê bi parastina çeperên xwe bilîne.”
Sekreterê wezaretê li ser bûyera ku roja êvara sêşemê qewimî weha got:
“Di wexta şer de pêşmergeyên di alava zirxî de ji bo hevalên xwe yên di bin êrîşê de, destek diçin. Rêya ku alav tê de diçe, rêya axe. Ji ber dedektora lêgerîna mayînê bi xwe re nebirine, bûyer diqewime. Eger em behsa îhmalê bikin raste îhmal heye.”
Li Silêmaniyê li navça Kifriyê li qeseba Kûlecoyê di 27 ê çiriya pêşîn de, IŞİD ê êrîşê ser çeperên Pêşmerge kiribû. Pêşmerge bersiva wan dabû û 4 pêşmerge birîndar bûn.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin