Ankara: Em êrîsa DEAS ê ya terorî ya ser Mexmûrê sermazar dikin

Ankara: Em êrîsa DEAS ê ya terorî ya ser Mexmûrê sermazar dikin

PeyamaKurd – Wezareta karên derve ya Tirkiyê li ser êrîşa DEAŞ ê ya ser Mexmûrê ku tê de 10 Pêşmerge û 3 sîvîl şehîd ketin, peyamekî bi nivîskî belav kir. Li gor peyama wezaretê; hat gotin ku nêzî Mexmûrê di êrîşa terorî ya ser gundekî de bi xemgînî şehîdbûna 10 Pêşmerge û 3 sîvîlan bihîstine û weha got:

“Êrîşa ku DEAŞ ê girtiye ser xwe û me hîn kiriye, em êrîşê bi tundî şermezar dikin. Ji bo maqamên Herêma Kurdistanê, hukumeta Iraqê û malbatên di êrîşê de jiyana xwe ji dest dane, taziyeyên xwe dişînin, ji Xwedê ji wan re rehmetê dixwazin û ji birîndaran re şîfayê dixwazin. Tirkiye li dijî terorê bi hukumeta Herêma Kurdistanê û xelkê Iraqê re ye.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin