Belavkirina vîdeo û dîmenên ku ji aliyê DAISê ve hatine belavkirin hat qedexekirin

Belavkirina vîdeo û dîmenên ku ji aliyê DAISê ve hatine belavkirin hat qedexekirin

PeyamaKurd – Wezareta Rewşenbîrî û Lawan a Kurdistanê diyar kir, nabe tu dezgeheke medyayî û malperek vîdeo û dîmenên ku ji aliyê DAIŞê ve tên çêkirin û belavkirin, belav bike.

Rêveberiya giştî ya medya û çap û belavkirinê ya Wezareta Rewşenbîrî û Lawan a Kurdistanê eşkere kiriye, nabe bi tu rengî ew vîdeo û dîmen û wêneyên ku ji aliyê DAIŞê ve hatine çêkirin û amadekirin, ji aliyê medya û televîzyon û çapemeniya Herêma Kurdistanê ve bên belavkirin.

Rêveberiyê destnîşan kiriye, ji ber ku belavkirina wan vîdeo û wêneyan dibin sedema belavbûna tirs û xofê di nav xelkê de û li dijî ewlehiya niştimanî û civakî ye, loma kîjan televîzyon û dezgeha medyayî wan belav bike, wê rastî lêpirsîn û sizayê were.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin