Nûnera NY bi Sedir re li ser encam û qonaxa pistî hilbijartinan hevdîtin kir

Nûnera NY bi Sedir re li ser encam û qonaxa pistî hilbijartinan hevdîtin kir

PeyamaKurd - Nûnera Taybet a Neteweyên Yekbûyî (NY) li Iraqê (UNAMI) Jeanine Hennis-Plasschaert, li bajarê Necef ê Iraqê bi rêberê Tevgera Sedir Muqteda Sedir re civiya.

Hat ragihandin ku seroka UNAMI Jeanine Hennis-Plasschaert li Necefê serdana rêberê Tevgera Sedir Muqteda Sedir kiriye û encam û qonaxa piştî hilbijartinên pêşwext û proseya damezrandina hikûmeta nû gotûbêj kiriye.

Li gorî ragihandina medya Iraqê hevdîtina Muqteda Sedir a li gel Jeanine Hennis-Plasschaert piştî redkirina Muqteda Sedir a civîn û hevdîtinên li gel aliyên Îtarî Tensîqî pêk hatiye ku biryar bû îro Sêşemê li mala xwe ya li Necefê li gel wan bicive.

Aliyên nav hevpeymana Îtarî Tensîqî ku di hilbijartinê de şikest xwarine, Jeanine Hennis-Plasschaert bi destwerdana karûbarên Iraqê û bi bandorkirina  ser guhertina encamên hilbijartinê tometbar dikin.

Hêjayî bibîrxistinê ye, piştî ragihandina encamên destpêkê hemû aliyên erebên şîe (Derveyî Tevgera Sedir) xwe di eniya bi navê Îtarî Tensîqî de rêxistin kirine û nerazîbûna xwe ya bo encamên hielbijartinê ragihandine ku daxwaza hilweşandina encamên hilbijartinê dikin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin