PeyamaKurd - Serokwezîr û Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar ên Iraqê Mistefa Kazimî soza şopandina endamên DAIŞê û dadgehkirina wan da.
Kazimî di serdana xwe ya Mexmûrê de got: “Em îro li navçeya Mexmûrê ne, ji bo dîtina şert û mercên wê, ji bo dîtina îlanên ewlekarî yên ji bo rûbirûbûna gefên terorîstan û rêgirtin li dûbarebûna êrîşên wan.”
Kazimî da zanîn: “Ez ji vir û ji qada şer ve ji rêxistinên terorê re dibêjim: Xwe nexapînin, em di rûyê we de ne, em ê yek bi yek li pey we bikevin. Em ê rêberên we yek bi yek bigirin û em ê sizayeke dadmend li wan bibirin. Komên we yên perçebûyî jî di bin çavdêriya lehengên me de ne.”
Serokwezîrê Iraqê destnîşan kir: “Ti derfetek nemaye ku careke din DAIŞ vegere. Hêzên me dest bi dest rûbirûyî terorê dibin.”
Kazimî bi serokatiya şandeke serbazî ku ji Wezîrê Berevaniyê, Sererkanê Artêşê, Cîgirê Fermandarê Operasyonên Hevbeş, Serokê Dezgeha Dije Terorê, Wekîlê Wezareta Navxwe yê Karûbarên Îstixbaratê û hejmarek serkirdeyên ewlehiyê pêk hatiye, ligel Wezîrê Navxwe yê Herêma Kurdistanê Rêber Ehmed, Wezîrê Pêşmerge Şoreş Îsmaîl serdana Mexmûrê kir.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin