PeyamaKurd - Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê Rihayê Nusrettin Maçîn ku doh êvarê 8ê Kanûnê ji ber gotina “Ji Kurdistanê re Azadî” ji aliyê parlementoyê ve bi beşdarnebûna 2 civînan hat cezakirin got, , “Erkê me yê sereke azadiya Kurdistanê ye. Hebûna Kurdistanê ne cihê nîqaş û gengeşê ye.”
Parlamenterê HDPê Rihayê Nusrettin Maçin, di civîna giştî ya Parlamentoya Tirkiyê de ku mijara budçeya 2022an dihat gotûbêjkirin de gotibû: “Em ê siberojê ava bikin. Em ê di avakirina Tirkiyeya nû de biratî û yekîtiya gelan misoger bikin. Em ê bi dirûşma demokrasî û aştî ji bo Tirkiyeyê û azadî ji Kurdistanê re bibin desthilatdar."
Li ser van gotinan Cîgirê Serokê Koma AK Partiyê li Parlamentoya Tirkiyê Mustafa Elîtaş nerazîbûn ji Maçin re nîşan dan û got: “Ew dibêje ji Kurdistanê re azadî. Ew hewl dide Komara Tirkiyê parçe bike. Ji kerema xwe mudaxeleyî wî bikin? Divê ev bê tomarkirin.”
Piştre jî Lijneya Giştî ya Parlamentoya Tirkiyê bi piranya dengên parlamenteran bi dûrxistina ji sê civînên giştî yên parlamentoya Tirkiyê hat cezakirin.
Li aliyê din parlementera HDPê Ayşe Surucu jî di parlementoyê de bi kurdî dema axaftin dikir, mîkrofona wê hat bêdengkirin û daxwaz jê hatibû kirin axaftina xwe bi tirkî bidomîne.
Maçîn piştî cezayê dane wî got: “Li parlamento û derveyî parlamentoyê, kî muxalîf be bi terorê tometbar dikin û dibêjin, `hûn bi hêzên derve re kar dikin`. Ev herdu jî çîrok in.”
Maçîn derbarê Kurdistanê de jî destnîşan kir, “Kurdistan xwedî 12 hezar sal raboriyê ye û hebûna wê ne cihê gengeşiyê ye. Azadiya Kurdistanê erka me ya herî sereke ye.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin