PeyamaKurd – Federasyona Fûtbolê ya Tirkiyeyê (TFF) yekemîn car Lîga Super a Fûtbol a Jinan li dar dixe û ji bo serdema 2021-2022yan pişk kişand. Tîma jinan a Amed Sporê di Koma A de cih girt ku di nav komê de Fenerbahçe û Beşîktaş jî hene. Hakkaricu Spor jî ket Koma B, bû reqîbê Galatasaray û tîmên din.
Di Super Lîga Jinan de, 24 tîm hene û ew xistin du koman, wekî Koma A û Koma B. Di her komê de 12 tîm hene. Her tîm du caran wê bên hemberî hev. Di dawiya 22 hefteyan de, wê play-off û play-out çêbibe.
Di pişkeyê de ji bo tîma Amed Sporê reqîbên xurt derketin. Tîma jinan a Amed Sporê ku kete Koma A, tîmên mezin wekî Beşîktaş û Fenerbahçe bûn reqîbên wê.
Encama pişkê wisa derket:
- Koma A:
Amed Spor, Fenerbahçe, Beşiktaş , Antalya, Altayspor, Ankara BŞB Fomget Gençlik SK., Ataşehir Belediyespor, Fatih Vatanspor, Hatayspor, KDZ Eregli Belediyespor, Kireçburnuspor Kulubu û Kocaeli.
- Koma B:
Algspor, Adana İdman Yurdu, Çaykur Rizespor, Dudulluspor, Fatih Karagumruk, Galatasaray, Hakkarigucu, İlkadım Belediyesi, Kayseri, Konak Belediyesi, Sivasspor, Trabzonspor.
Di Super Lîga Jinan de rojên 18-19ê mehê serdem destpê dike. Rojên 13-24ê reşemî navber didin. Lîg wê 4ê Gulana 2022yan de, wê bi dawî bibe. Maçên play-off û play-outê wê rojên 12-13yê mehê û fînal jî 11ê Pûşpera 2022yan de li dar bikeve.
Maçên hefteya yekemîn bi vî rengî çêbûn:
Koma A:
- Antalya - KDZ. Eregli
- Ankara - Kireçburnu
- Amed - Hatay
- Altay - Fatin Vatan
- Kocaeli - Ataşehir Beleriye
- Beşiktaş - Fenerbahçe
Koma B:
- Galatasaray - Sivas
- Fatih Karagumruk - Çaykur
- Hakkarigucu - Kayseri
- Adana İdman Yurdu - Trabzon
- Konak Belediye - ALG Spor
- İlkyadim Bld - Dudullu
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin