Resîd: Bi xêra çaksaziyên hikûmetê zêdetirî 10 milyar dînar ket xezîneya gistî

Resîd: Bi xêra çaksaziyên hikûmetê zêdetirî 10 milyar dînar ket xezîneya gistî

PeyamaKurd – Berpirsekî Wezareta Veguhestin û Gihandina Kurdistanê diyar kir, bi xêra çaksaziyên hikûmetê, zêdetirî 10 milyar dînar ket xezîneya giştî.

Berpirsê Medyaya Wezareta Veguhestin û Gihandina Kurdistanê Dîlan Reşîd daye zanîn, 49 kompanî ji aliyê wezaretê ve hatine agahdarkirin ku pabendî qanûnên darayî bin. Dosyeyên 15 lib ji wan kompaniyan bo dadgehê hatine şandin û 21 kompaniyan jî deynên xwe dane xezîneya giştî.

Dîlan Reşîd herwiha eşkere kir, ji wan 15 dosyeyan 8 dosye bi sûda wezaretê bi dawî hatine û niha kar li ser dosyeyên din tê kirin. Lîsansa sê kompaniyan jî hatiye betalkirin, ji ber ku pabendî qanûnan nebûne.

Berpirsê Wezareta Veguhestin û Gihandinê eşkere kir, ji ber çaksaziyên hikûmetê di warên cur bi cur, bi taybet di warê gihandin û veguhestinê de, zêdetirî 10 milyar dînar vegeriyaye xezîneya giştî.

Bi gotina Dîlan Reşîd, xercên înterneta dezgehên hikûmetê di salekê de 2 milyar dînar kêm bûye û şiyana înternetê jî bi rêjeya %40 zêde bûye û ji hinek kompaniyên înternetê re jî hatiye gotin ku piştî xelasbûna rêkeftinan, projeyên han wê bi temamî bikevin bin kontrola hikûmetê.

Li gorî agahiyên Dîlan Reşîd dane, 22 rêkeftin li Balafirxaneya Hewlêrê hatine guhertin û hemwarkirin. 12 ji wan hatine betalkirin û 10 rêkeftin jî hatine hemwarkirin.  

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin