PeyamaKurd – Balafirên şer yên Tirkiyê, deverên li ser Duhokê, navça Amediyê, nahiya Dêrelûkê, Çiyayê Heft Tebeq bombebaran kir. Kesê bi navê Rabîn Elî videoya bombebaranê bi telefona xwe bombebaranê kişand û nîşanî Rûdawê da û got ku bilindahiya çiya bombebaran kirine û weha got:
“Dengê bombebaranê di nav xelkê de tirsê çêkir. Kesekî nehatiye kuştin lê ji ber dever ji me dûre, em nizanin çendîn xesar çêbûye.”
Çavkaniyeka dinê ya ewlekariyê ji bo Rûdawê mijarê weha ragihandiye:
“Balafirên Tirkiyê ev mehekiye ku rêzeçiyayên Besmîtê yên bi ser Dêrelûk û Şêladizê, deverên Heft Tebeq û Kûrejarê bombebaran dikin. Van deveran di meha dawiyê de 7 car hatin bombekirin.”
Çavkaniyeka dinê ya ewlehiyê jî gotiye ku mafê wan tine ji bo çapemeniyê biaxifin lê li deverê kesên sîvîl najîn. Di bombebaranê de kesên sîvîl nemirine lê dibe ku ziyana canî hebe.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin