Herwiha ji hêzên NATOyê jî daxwaz kir, ji sînorên Ewropaya Navîn û Rojhilatê derkevin.
Rêveberiya Moskow, ev daxwazên xwe weke belgeya “misogeriya ewlekariyê” pêşkêş kir. Lê ji niha ve NATO, Amerîka û welatên Yekîtiya Ewropayê dibêjin, ne mumkin e ku ev daxwazên Rûsyayê bi cih werin.
Hin xalên ku di belgeya Rûsyayê de cih girtine ev in:
Divê hêza NATO mezin nebe û daxwaza endamtiyê ya Ukrayna were redkirin.
NATO xebatên xwe ên leşkerî li Ukrayna, Ewropaya Rojhilat, Qefqasya û Asayaya Navîn bi dawî bike.
Divê moşek li hember sînorên Rûsyayê neyên bicihkirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin