PeyamaKurd - Rêveberê Giştî yê Perwerdeya Hewlêrê Beşdar Ebdulxaliq ragihand ku îro Yekşemê li sînorê hemû navendên Hewlêrê û dorûbera Hewlêrê dewama perwerdeyê asayî dibe.
Beşdar Ebdulxaliq daye xuyakirin, ji bilî wan dibistanên ji ber lehiyê zirar dîtine û ne amade ne ji bo perwerdeyê, wê li hemû dibistanên Hewlêrê perwerde asayî be.
Hêjayî gotinê ye, du roj berê ji ber barîna barana zêde û bobelata lehiyê li gelek taxên Hewlêrê û dorûbera Hewlêrê av çûbû nava gelek dibistanan û malên hemwelatiyan û 12 kes jî ji ber lehiyê can dabûn. Ji ber wê biryar hatibû dayîn dewama dibistanan jî bi awayekî demkî were rawestandin
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin