PeyamaKurd - Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser a li Rojavayê Kurdistanê, piştî ku testên koronayê ji nû ve dest pê kirin, amarên 24 demjimêrên borî yên vîrusa koronayê eşkere kir.
Hevserokê Desteya Tenduristiya Rêveberiya Xweser Dr. Ciwan Mistefa ragihand, di nav 24 demjimêrên borê di 7 kesên din ji ber koronayê can dane û 37 pêketiyên nû hatine tomarkirin.
Herwiha hat diyarkirin ku 2 nexweşên Covid-19 jî baş bûne.
Li gorî amarên fermî heta niha li Rojavayê Kurdistanê 37072 pêketiyên koronayê hatine tomarkirin, ji wan 2510 kes baş bûne û 1487 kes jî mirine.
Li Rojavayê Kurdistanê ji 10ê Mijdara 2021ê ve testên koronayê nemabûn û ji ber wê jî ev demeke ti amarên nû nedihatin eşkere kirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin