Pederson: Sûriye bûye ciyê servanên bi pere û hêlîna qaçaxçiyan

Pederson: Sûriye bûye ciyê servanên bi pere û hêlîna qaçaxçiyan

PeyamaKurd – Nûnerê taybet yê Neteweyên Yekgirtî yê ji bo Sûriyê Geir Pederson ji bo konseya ewlehiyê ya Neteweyên Yekgirtî brîfîngekî da û got:

“Sûriye bûye ciyê şervanên bi pere, ciyê karê qaçax ya maddeyên hişbir û hêlîna terorîstan. Sûriye bêîstîqrariyê belav dike. Li Sûriyê birs û xelayî heye. 14 mîlyon muhtacê alîkariyê ne.

Temamê terefan ev 21 mehe ku rê li ber lihevhatinê girtine û bi vî awayî ti kes nikare serdestiyê bidest bixe. Li Sûriyê pêdivî bi pêngavên siyasî û aborî heye. Eger weha dewam bike, wê rê li ber her tiştî bê girtin û divê ji bo sala 2022 an rê li ber pêşdebirina pêvajoyê bê vekirin. Di demekî nêz de em amade ne ku komîta destûrê civîna 7 em bicivînin.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin