Sermayedarê ji Helebceyê 400 milyon dînar ji bo ziyandîtiyên lehiya Hewlêrê pêskês kir

Sermayedarê ji Helebceyê 400 milyon dînar ji bo ziyandîtiyên lehiya Hewlêrê pêskês kir

PeyamaKurd – Sermayedarê parêzgeha Helebcê Aso Hacî Mihemed Bamokî, do 400 milyon dînar ji sandoqa alîkarî û hevkariya ji bo ziyanlêketiyên lehiya bajarê Hewlêrê pêşkêş kir.

Li gor zanyariyên endamê kampanya Wefayek ji Helebcê ve ji bo Hewlêrê Arî Ebduletîf, wek wefayek ji bo ziyanlêketiyên lehiya Hewlêrê, Aso Hacî Mihemed Bamokî 400 milyon dînar (Nêzîk 270 hezar dolar) pêşkeşî kampanya Wefayek ji Helebcê ve ji bo Hewlêrê kir.

Arî Ebduletîf daye zanîn, bi vî helwêstê Aso Mihemed Bamokî ku wek kesayetekî diyar ê Helebcê ye, di heman demê de li gel kampanya Wefayek ji Helebcê ve bo Hewlêrê û alîkariyên kesayetên din û xelkê Helebce, Hewraman û Şarezor ve, em dikarin bibêjin Helebce serbilind e û xwedî wefa ye ji bo hemû Kurdistan û Kurdekî lêqewimî û karesatekî alîkar e.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin