Barzanî: Em ê ti carê nebin perçeyekî ji astengiyên Iraqê

Barzanî: Em ê ti carê nebin perçeyekî ji astengiyên Iraqê

PeyamaKurd – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro serokwezîrê berê û hem serokê Koalîsyona Qanûna Dewletê Nûrî Malikî û heyeta pêre li Hewlêrê qebûl kir. Nêçîrvan Barzanî di hevdîtina xwe de got:

“Rewşekî taybet yê Iraqê heye û wê ticarî Herêma Kurdistanê nebe perçeyekî ji pirsgirêkên Iraqê.”

Li gor ragihandina serokatiya Herêma Kurdistanê di hevdîtinê de li ser van babetan axifîne:

“Pêşdeçûnên dawiyê yên li Iraqê, tabloya siyasî ya ku piştî hilbijartinên 10 ê cotmehê çêbûn, endîşeyên terefan yên encamên hilbijartinê, pêvajoya qanûnî û îtîrazên ji bo encamên hilbijartinan axifîn.”

Her dû teref bûn hemfikir ku tevî fikrên herkesî cudane jî divê ji bo lihevkirinekî têgihîştinekî hevpar hebe. Nêçîrvan Barzanî di civînê de got ku Herêma Kurdistanê dikare alîkariyê ji bo çêbûna hevpariyê bike. Di hevdîtinê de her weha li ser pirsgirêkên navbera Bexda û Hewlêrê û bernama xebatên heyetê şirove hatin kirin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin