PeyamaKurd – Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Antony Blinken û Sekreterê Giştî yê NATOyê Jens Stoltenberg do Pêncşemê axifîn.
Li gor Reutersê ji zarê Wezareta Derve ya Amerîka ragihand, Blinken û Stoltenberg ser leşkerên Rûsya yên nêzî sînorê Ukrayna peyivîne ku wan leşkeran ji bo Washingtonê û welatên rojava fikar çêkirine.
Li gor daxuyaniyê Wezaretê, Blinken û Stoltenberg ser helwesta Rûsya ya dijî NATO axifîne û piştrast kirine ku ew tifaq wê berevaniya hevalbendên xwe bike.
Daxuyanî eşkere dike, NATO ji bo dîyaloga bi Rûsya re jî hazir e.
Serokê Rûsya Vladimir Putin roja Pêncşemê gotibû, ser kêşeya Ukrayna aliyê êrîşkar Amerîka û hevbendên wê ne û Qesra Spî jî ew rexne red kiribûn û dabû zanîn ku aliyê êrîşkar Rûsya û rêberê wê ye.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin