PeyamaKurd – Li navçeya Diyarbekir Bismilê xwendekarekî pola 11an a dibistanê di nav dibistanê de bi çekê hat birîndar kirin.
Hat ragihandin ku îro 24ê Kanûnê roja Înê, xwendekarê bi navê R.D yê pola 11an li Lîseya Fatîh Anadolû ya Bismilê, piştî ku ji mamosteyê xwe destûr xwestiye biçe daşîrê dengê teqîna çekê hatiye bihîstin.
Piştre hatiye hatiye hînbûn ku R.D bi çekê bi giranî hatiye birîndar kirin û tê texmîn kirin ji aliyê kesekî neyarê malbata wan ve rastî êrîşê hatiye.
Piştî bûyerê polîsan li dibistanê lêkolîn dane destpêkirin û xwendekarê birîndar jî bo nexweşxaneyê hat veguhestin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin