Serokkomarê Tirkiyê: HDP ne hêjayî gotinê ye ku terorîstên siyasî ne

Serokkomarê Tirkiyê: HDP ne hêjayî gotinê ye ku terorîstên siyasî ne

PeyamaKurd – Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan, di kanaleke taybet a Tirkiyê de rexneyên tund kir û HDP wek "terorîstê siyasî" bi nav kir.

Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan Erdogan ji bo Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) got: “Ev avahiyeke ku ji exlaqê siyasî dûr e. Nûnerên wê li wir in. Birêz Kemal, Meral Xanim û yên pê re. HDP ne hêjayî gotinê ye ku terorîstên siyasî ne. Ev gel êdî nikarin van ragirin. Hêvîdar im ku di hilbijartinên 2023an de bi dayîna dersa pêwîst wan bişînin cihê ku jê hatine. Dema ku dibînin gel rûbîkenî nîşanî wan nade, hêrs dibin û ji hêrsê dîn dibin. Di siyasetê de tu exlaq û ast nehiştin.”

Erdogan di derbarê Serokê CHPê Kemal Kiliçdaroglu de jî axivî diyar kir: “Gelo ev îşareta destan li gorî serokekî ye? Parlamentoya gel e millet e, banek pîroz e, divê hûn edeb bin. Ez halê birêz Kemal baş nabînim. Wê (Meral Akşener) hevsengiya xwe wenda kir. Me li gotinên wî nihêrî, em ê bi wekîlê ku nifiran li xizmên şehîdan dike, çi bikin? Ew jî hevparê te ne.”

Erdogan di berdewamiya axavtina xwe de wiha berdewam kir: “Ev bêhurmetî nayên paşguhkirin. Em ê bibin şopînerê bêhedên ku nifiran li xizmên şehîdan dikin û bedela herî giran bi wan bidin dayîn. Kesê ku ev tevger kiriye, cihê wî di parlamentoya Gaziyê de nîne. Ji bo xêra milet nikarin tiştekî bikin. Hêvîdar im sala 2023an ji bo welatê me gelek bi xêr be. Qe nebe wê ji wan xelas bibin.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin