Serokê Desteya Destpakiyê: Yên du mûçeyan werdigrin wê mûçeyek ji wan bê standin

Serokê Desteya Destpakiyê: Yên du mûçeyan werdigrin wê mûçeyek ji wan bê standin

PeyamaKurd - Serokê desteya destpakiya Kurdistanê Ehmed Enwer da zanîn, gavên baş ji bo bicihanîna qanûna çaksaziyê hatine avêtin û hikûmet jî li ser çaksaziyê rijd e.

Serokê desteya destpakiya Kurdistanê Ehmed Enwer ji BasNewsê re daye xuyakirin, “Bi qasî ku em dûvçûnê dikin û haya me jê heye, gavên baş ji bo bicihanîna qanûna çaksaziyê hatine avêtin. Di hemû waran de çaksazî tê kirin. Em ê li ser dûvçûnê berdewam bin da ku di bicihanîna qanûna çaksaziyê de lez were kirin.”

Li ser bilindkirina pileya karmendan Ehmed Enwer got, di wî warî de karên baş hatine kirin. Ji bo wergirtina deynên bazirganî jî karên baş hatine kirin.

Li ser du mûçetiyê jî serokê desteya destpakiyê destnîşan kir, “Hikûmeta Kurdistanê bi rêya wezareta darayî re du mûçetî daye sekinandin. Nabe du mûçetî hebe, yên ku heta niha du mûçeyan werdigirin jî dê mûçeyek ji wan were standin.”

Ehmed Enwer got, “Hikûmeta Kurdistanê gelekî li ser bicihanîna çaksaziyê rijd e û serokê hikûmeta Kurdistanê jî behsa wê kiriye ku ti rêyek din li pêşiya nemaye ji bilî çaksaziyê çimkî eger çaksazî neyê kirin ti guhertinek nayê kirin. Ev kabîne kabîneya çaksaziyê ji ber ku ji destpêka pêkhatina kabîneyê de hikûmetê dest bi çaksaziyê kir. Emê jî çavdêriya wê bikin.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin