Nêçîrvan Barzanî: Em ji hevkariya Desteya Destpakiyê re amade ne

Nêçîrvan Barzanî: Em ji hevkariya Desteya Destpakiyê re amade ne

PeyamaKurd - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, îro 26ê Tebaxê pêşwazî li Serokê Desteya Destpakiyê ya Iraqê Dr. Mihemed Elî Lamî û şandeya pê re kir. Di civîna ku Serokê Desteya Destpakiyê ya Herêma Kurdistanê Dr. Ehmed Enwer jî amade bû de, bihêzkirina hevkarî û hevahengiya di navbera saziyên çavdêriyê û dadweriyê yên her du aliyan de hat gotûbêjkirin.

Çespandina serweriya yasayê

Di hevdîtinê de her du aliyan tekezî li ser girîngiya serbixwebûna saziyên destpakiyê û rola wan a di çespandina serweriya yasayê de kir.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî destnîşan kir ku ew ji bo parastina yasayê, serbixwebûna saziyan û desthilata dadweriyê amade ne ku bi Desteya Destpakiyê ya Federal û hemû aliyên dadweriyê re hevkariyê bikin.

Serokê Desteya Destpakiyê ya Federal jî ji ber hevkariya berhemdar û hevahengiya saziyên Herêma Kurdistanê spasiya aliyên pêwendîdar kir.