PeyamaKurd - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, piştî civîna ligel Nûnerê Taybet ê Serokê Amerîkayê bo Sûriye û Îraqê Tom Barrack peyamek li ser hesabê xwe yê medya civakî belav kir.
Nêçîrvan Barzanî ragihand ku ew pir kêfxweş e li paytext Hewlêrê pêşwazî li Barrack dike û diyar kir, wan li ser xurtkirina peywendiyên dualî yên navbera her du aliyan gotûbêjên berfireh kirine.
Serokê Herêma Kurdistanê eşkere kir ku di civînê de geşedanên herî dawî yên herêmî hatine nirxandin û girîngiyeke mezin didin berdewamiya diyalog û hevkariyê daku aramî û geşepêdana aborî li Rojhilata Navîn bê tomarkirin.
Nêçîrvan Barzanî herwiha tekez kir ku wî di rûniştinê de pabendbûna tam a Îraq û Herêma Kurdistanê ya ji bo parastina hevkariya stratejîk û hevpeymaniya bihêz a ligel Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) nû kiriye daku pêşî li her cûre alozî an xitimandina ewlehiyê ya li herêmê were girtin.
Civîna Mezlûm Ebdî û Barrack
Nêçîrvan Barzanî li ser civîna ligel Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî û Nûnerê Taybet ê Trump Tom Barrack jî diyar kir: "Me li ser bipêşketinên dawî yên li Sûriyeyê û herêmê bîr û rayên xwe bi hev guhertin. Me tekezî li ser diyalog, hevahengî û hewldanên hevpar kir da ku em aramiyê biparêzin, asayîşê xurttir bikin û piştgiriyê bidin çareseriyên aştiyane."