Mesrûr Barzanî pîrozbahî li Tom Barrack kir: Em ê hevkariya xwe bihêztir bikin

Mesrûr Barzanî pîrozbahî li Tom Barrack kir: Em ê hevkariya xwe bihêztir bikin

PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, bi sedema destpêkirina erka nû ya Nûnerê Taybet ê Serokatiya Amerîkayê bo Iraq û Sûriyeyê Tom Barrack, peyameke pîrozbahiyê weşand.

Serokwezîr Barzanî li ser hesabê xwe yê Xê keyfxweşiya xwe anî ziman û ji bo wezîfeya wî ya nû serkeftin ji Barrack re xwest.

 

 

‘Em ê hevkariya xwe bihêztir bikin’

Serokwezîr Barzanî di peyama xwe de bal kişand ser têkiliyên dîrokî yên di navbera her du welatan de û wiha got: "Ez di vê erka nû de serkeftinê ji we re dixwazim. Ji bo ku em hevkariya dêrîn a di navbera Herêma Kurdistanê û Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê de hîn zêdetir bi pêş bixin, ez li bende me ku ji nêz ve bi we re bixebitim."